Çalakiyaq nobeta “edaletê” di roja 208’an de ne
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayîn despêkirin di roja 208’an de dewam dike.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 208’an de dewam dike. Ji ber Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, malbatê îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.
Malbatê girêdayî çalakiya xwe ya îro, li ser hesabên xwe yên medya yê ev peyam parve kir: “Ger hûn li hemberî neheqiyê bêalî bimînin, wê demê we aliyê zaliman hilbijartiye. Erka me hemûyane ku em jiyanek dadmend, pêşkêşî nifşên nû bikin.”