Çalakiya xizmên windayan di hefteya 760’emîn de ye

Kiryarên wekîlê DEP’ê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP’ê Metîn Ozdemîr ên di sala 1993’an de li Êlihê hatin qetilkirin, di hefteya 760’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” de hatin bibîranîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 760’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin gel hev. Xizmên windayan, rêveberên Şaxa ÎHD'ê, parlamentera Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Zeyyat Ceylan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser e hat vekirin.

Vê hefteyê aqûbeta parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP'ê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’an de li Êlihê hatin qetilkirin, hat pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binçavkirina Dayikên Şemiyê. Ercan Yilmaz dosyayên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr bi bîr xist û got ku ew dozê dişopînin.

‘Em ê nehêlin ku ev doz jî bi demboriyê bi encam bibe’

Piştre Cîhan Sîncar axivî û bal kişand ser dosyaya hevjînê xwe Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr û wiha got:

“Ev mijara demborî di salên borî de tunebû. Lê AKP’ê ev pêkanîn xist meriyetê. Sûcê herî mezin di van dozan de demborî ye. Bê hukum mirovek qetil bike û jê re bibêje demborî ye, ev bêmafiyek mezin e. Erê, yên ku şehîd ketine ne di serdema AKP’ê de bûn lê ya ku vê zagonê derxistiye AKP ye. Weke malbatên windayan em ji bo kesên li Kurdistanê şehîd bûne jî dibêjin me soza xwe ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em ê tu carî nehêlin kes ji bîr bike.”

Piştî axaftinan, çalakiya ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.