Çalakiya Xizmên windayan di hefteya 754'an de ye

Xizmên Windayan ên li Amedê di hefteya 754'an de kiryarên Mesut Dundar ê ku di sala 1992'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat qetilkirin pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 754'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan (Bağlar) a Amedê hatin cem hev. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de kiryarên Mesût Dundar ê ku vê hefteyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 6'ê Îlona 1992'an de li tenişta ava Şeyh Degîrmencî ya gundê Sulakê hat qetilkirin, hatin pirsîn.

Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Mesut Dundar xwend.

Rastî binçavkirin û îşkenceyê hatiye'

Firat Akdenîz da zanîn ku Mesut Dundar li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rûdinişt û di zarokatiya xwe de teşhîsa nexweşiya menejît pê re hat dîtin û wiha gotinê xwe domand:” Mesut Dundar  ji ber rewşa aborî a nebeş nekarîbû tedawî bibîne û neçar ma jiyana xwe wek kesên astengdar derbas bike. Mesut Dundar  3 caran ji ber ku alên zer, sor û kesk hilgirtibû li navçeya Cizîrê di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û rastî îşkenceyên tund hatibû. Di Tîrmeha 1992'an de polîsên girêdayî Midûriyeta  Cizîrê avêtin ser mala Mesût ê bi malbata xwe re dijiya û ji malbatê re gotin ku ji bo Mesût bibin Nexweşxaneya Derûnî ya Elezîzê hatine. Polîs Mesûd û bavê wî ji malê derdixin. Piştre jî Mesût rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê Mesut tirsiya û ji pencereya nexweşxaneyê xwe avêt derve û reviya.

Firat Akdenîz di berdewamiya çîrokê de ev tişt anî ziman:

“Polîsan bavê Mesût 3 rojan bi xwe re birin û li gundên derdorê li Mesût geriyan. Polîsan ji ber ku Mesut nedîtin, 3 rojan îşkence li bavê wî kirin. Bavê wî bi kuştinê tê tehdîdkirin ku eger kurê xwe neyne. Dema ku bav soza anîna wî dide ji aliyê polîsan ve tê berdan. Mesût venagere malê, her roj bi telefonê li malbata xwe digere. Di vê navberê de polîsan her roj bi ser malên wan de girt. Rojekê dema Mesûd bi telefonê li malbata xwe digere, dema ku polîs bi ser malê de negirt malbat difikire ku Mesût hatiye girtin. Di 6'ê Îlona 1992'an de gundê Sulakê li kêleka ava Şeyh Degîrmencî kuştî hate dîtin. Li gorî îfadeya gelek şahidên ku bûyera li gundê Sulakê dîtine; Yek ji polêsên ku Mesût anîn cihê bûyerê 3 kesên çekdar bi cil û bergên sivîl bûn. Leşker hatin cihê bûyerê û bi hinceta ku di bin laş de dibe ku xefika bobobînê hebe cenaze li pişt wesayîta zirxî dikişîne.

Serî li Îfedeya malbatê nadin.

Wêneyê 'mirovahiyê diherike' ya di nûçeya sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya 19'ê Mijdara 1992'an de bi salan e nayê jibîrkirin. Di merasîma cenazeyê Mesut Dundar de gelek şopên ji ber îşkenceyên giran derketine. Piştre cenaze radestî malbata wî tê kirin. Têkildarî înfaza Mesût dozger guh nade îfadeya malbatê. Polîsên ku tenê bav û kurê wî binçav kirin ji bav pirsî, 'Dijminên te hebûn? Tu ji kê guman dikî?' Wisa tê kirin ku îfadeyên wan bi pirsan bi awayê hatine girtin.

Hate fêmkirin ku lêpirsîneke seranser hatiye kirin.

 Malbatê di 13'ê Îlona 1994'an de bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di 12'ê Nîsana 1996'an de îfadeya malbatê girt. Sedema serlêdana îfadeyê jî ew bû ku doz di 3'ê Adara 1995'an de sewqî Komîsyona DMME'yê hat kirin. Hate fêmkirin ku lêpirsîneke seranser heye. AÎHM’ê di sala 2005’an de di doza Mesut Dundar de Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm dike.”

Çalakî piştî parvekirina çîrokê ji bo kesên hatin qetilkirin 1 deqîqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.