Çalakiya xizmên windayan di hefteya 712’emîn de ye

Xizmên windayan û ÎHD aqûbeta Vahîd Narîn ku di sala 1992'yan de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û Mîkdat Ozeken ku di sala 1994'an de li Geverê piştî ku hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Amed - Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 712'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên  dîtin û faîl bên darizandin" de carek din di çalakiyê de bûn. Xizmên Windayan, Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Vahîd Narîn ku di sala 1992'yan de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û Mîkdat Ozeken ku di sala 1994'an de li Geverê piştî ku hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 

“Tevî ku delîlên şênber hene jî me encamek negirt”

Di daxuyaniyê de çîroka Vahîd Narîn ku di 2'ê cotmeha 1992'yan de li navçeya Pasûrê ya Amedê li otelekê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat xwendin. Keça Valîd Narîn Îkram Narîn wiha axivî: "Bû 30 sal, li Pasûrê bobelateke mezin pêk hat. Di nav vê bobelatê de bavê min hat kuştin. Bavê min esnafek bû. Mirovek welatparêz û aştîxwaz bû. Girêdayî gelê xwe bû. Em her sal vê bobelatê dijîn. 30 sal derbas bû lê hê jî jana wî derbas nebûye. Me bi tu awayî dev ji doza xwe berneda. Tevî ku delîlên şênber hene jî me encamek negirt. Bi tu awayî kujer nehatin dîtin û radestî darazê nehatin kirin."

Piştî xwendina çîroka kuştina Narîn çalakiya rûniştinê pêk hat. 

Mîkdat Ozeken

Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 548'emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin gelhev. Di çalakiyê de xizmên windayan aqûbeta Mîkdat Ozeken ku di 7'ê îlona 1994'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî ku ji aliyê leşkerên Fermandarê Tabûra Geverê Mehmet Emîn Yûrdakûl ve li gundê xwe hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. 

Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz çîroka windakirina Ozeken xwend û xwest ku dozger peywira xwe bi cih bîne.