Çalakiya TAJÊ ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin

Çalakiya TAJÊ ku bi navê ‘Rêber Apo Mêvanê mala we ye’ daye destpêkirin, didome. Çalakiya TAJÊ ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Şengal-Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re’ daye destpêkirin, li navçe û gundên Şengalê didome. Di çarçoveya vê kampanyayê de hem wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî bruşora ku kurtejiyana wî tê de tê vegotin, diyarî malabata tê kirin.

Di çarçoveya vê çalakiyê de endamên Meclisa Jinan a Gundê Guhbel girêdayî navçeya Sinûnê ya Şengalê çûn serdena malbatan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin.

‘Em bi Serokê xwe serbilind in’

Di serdana mala Qasim Elî de endamên Meclisa Jinan a Gundê Guhbel Zozan Simo axivî û ev tişt anî ziman: “Lazim e her malbata Êzidî wêneyê Serok Apo li mala xwe ve daliqîne û her rabûn û rûniştinê de çavên wan serok bibîne. Fikrên Serok Apo di fermanê de me xilas kir. Xêra serok û fikrên wî em gihiştin van rojan. Em ji belavkirina wêneyê Serok Apo ya nav miletê xwe gelek kêfxweş û serbilind in.”

Xwediyê malê Qasim Elî jî diyar kir ku ew bi Serokê xwe gelek serbilind in û wiha got: “Mala xwedê ava Serok bûye mêvanê mala min, ez gelek kêfxweş im.”

‘Me xwest Serok bibe mêvanê hemû malbatên Êzidiyan’

Endama Meclisa Jinan a Guhbelê Neam Hesen jî di serdana mala Xêro Xidir de axivî û ev tişt anî ziman: “Me xwest bi vê çalakiyê wêneyê Serok Apo bidin hemû malbatên Êzidiyan û Serok bibe mêvanê mala wan. Em ji vir silavên xwe ji Serok Apo re dişînin.”

‘Serok jî wek wêneyê xwe bibe mêvanê mala me’

Xêro Xidir jî spasî kir û hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em hêvî dikin di demeke kurt de Serok jî wekî vê wêneyê were û bibe mêvanê mala me.”

Paqîze Celal jî diyar kir ku Abdullah Ocalan di rojên herî teng de lêvên wan ên zuha bûyî şil kiriye, çavên wan vekiriye, wan ji qetlîamê xilas kiriye û got ku ew hêvî dikin zûtir ne dereng Abdullah Ocalan bê nav miletê xwe.

‘Milet ji wêneyên Serok kêfxweş e’

Her wiha têkildarî çalakiyê jina bi navê Rana Şengalî ji ajansa me re axivî û ev nirxandin kir: “Em wêneyê Serok Apo di nav miletê xwe de belav dikin, kêfa miletê me jî tê dema wêneyê Serok Apo dibînin. Ez weke jineke Êzidî dibêjim çawa Serok Apo me ji fermanê xilas kir hêvîdar im em jî bi çalakiyên xwe azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî çi ji destên me were em ê bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li Serok Apo derkevin.”