Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome: Em bi fikrên wî azad bûn

Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku ji aliyê TAJÊ ve ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û didome, ji aliyê Şengaliyan ve bi kêfxweşiyek mezin tê pêşwazîkirin.

Şengal Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ de ji bo bal kişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hatiye destpêkirin, didome. Çalakiya TAJÊ li Şengalê bi kêfxweşiyeke mezin tê pêşwazîkirin.

Di çarçoveya vê çalakiyê de endamên Meclisa Xweser a Zoravayê serdana malan kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bruşora ku kurte jiyana wî tê de ye, diyarî malbatan kirin.

‘Em bi fikrên Rêber Apo azad bûn

Di serdana malan de meclisê armanc û hedefa xwe ya çalakiyê anî ziman û ev nirxandin kir: “Wek TAJÊ me xwest bi vê çalakiya xwe Rêber Apo bikin mêvanê malan û fikrên wî bi her malan bidin nasandin. Em bi mêvantiya Rêber Apo gelek kêfxweş in. Em bi fikrên Rêber Apo azad bûn û em ê her azad bin. Em hêvî dikin ku di demeke kurt de bi awayeke fîzîkî Rêber Apo bibe mêvanê her maleke Şengalê. Mêvantiya wî ser serê me ser çavên me.”

‘Cihê Rêber Apo li her maleke Êzidî heye’

Xwediyên malên ku serdana wan hat kirin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyariya wan hat kirin jî ev tişt anîn ziman: “Em bi mêvantiya Rêber Apo serbilind in û mêvantiya wî ji bo me cihê şanaziyê ye. Divê bê zanîn her çiqas Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî be jî li her maleke Êzidî de cihê wî heye û mêvanê her maleke Êzidiyan e. Divê her kes baş bizanibe ku hedef û armanca Rêber Apo çi ye da ku em bikaribin Rêberê xwe bi awayeke fîzîkî azad bikin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û hêvîdar im di demeke kurt de ew bi xwe bê bibe mêvanê mala me. Fikrên Rêber Apo fikrên azad û demokratîk e.”