Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome

Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Şengalê re xweserî ’ daye destpêkirin, didome.

Şingal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di çarçoveya Pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ de çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dabûn destpêkirin. Çalakî li hemû navçe, gund û bajarê Şengalê dewam dike. Heya niha gel bi kêfxweşî pêşwazî li vê hewldana jinan dikin û dibêjin, ji dema fermanê ve heya niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mêvanê mala wan e.

Di çarçoveya vê çalakiyê de endamên Meclisa Jinan ya alana ereban çûn serdana malbatan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin. Di serdanê de endama Meclisa Jinan Emel Ferhan û jinên li gel digeriyan behsa çalakiyê û fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Ereb û keda ku di ber wan de daye kir û got: “Weke Meclisa Jinên Ereb jî me dest bi vê çalakiyê kiriye ku em wêneyên Rêber Apo diyarî hemû malekê bikin. Tişta ku Rêber Apo ji bo me kiriye ne kêm e. Ew her dem di dilê me de ye. Heta Rêberê me azad nebe em jî azad nabin û em ê heta dawiyê li pey fikir û ramanên wî bin. Ji bo azadiya wî ya fizîkî çi bikeve ser milên me em ê bikin.”

Nof Şerabî jî bi germî pêşwazî li vê çalakiyê kir û got: “Hestên pir xweş niha ez jiyan dikim. Ji ber ku Rêber Apo îroj mêvanê mala me ye. Wêneyên Rêber Apo ji me re hat ku em deynin malê, lê belê Rêber Apo ji sala 2014’an heta niha di dilê me de ye û dê her dem jî di dilê me de be.”

‘Rêber Apo fikrê azadiyê da jinan’

Endama Meclisa Jin Eyşe Ferhan jî di serdana mala Amne Behrî de axivî û got: “Em wek meclisa jin wêneyên Rêber Apo diyarî malbatan dikin ku bi saya fikir û ramanên wî em îroj bûne xwedî fikir û îrade. Pêwîst e ev wêne ta dawiyê di malên me de bimîne. Ji bo ku zarok û neviyên pêşerojê bizanibin ku yê em azad kirin Rêber Apo bû.”

Xwediya malê Amne Behrî jî anî ziman ku ew pir kêfxweş in û wiha got: “Em xêrhatina we dikin û ji bo wêneyê Rêber Apo spas dikin. Ev diyariyekî bi nirx û gelek pîroz e. Hêvî dikim di demeke nêz de Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”

Fatme Berhew ku Meclisa Jinan serdana mala wê kir wiha got: “Ez spasiya Rêber Apo dikim. Rêber Apo bi wêneyê xwe bûye mêvanê mala me, ser serê min û ser çavên min hatiye. Ev çalakiyekî gelek xweş û bi wate ye. Em spasiya her kesî dikin li ser vê diyariyê. Wê wêneyê Rêber Apo her di mala me de bimîne ji zarokên me bizanibin yê ku fikirê azad diyarî jinê kir Rêber Apo ye. ”

‘Durişma çalakiyê dilê mirovan ji xweşiyê dihejîne’

Di dawiyê de Emel Ferhan ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew ji çalakiya xwe û pêşwazî kirina gel ji wan re pir kêfxweşin û wiha got: “Bilêvkirina dirûşma Rêber Apo mêvanê mala we ye, dilê mirovan geş dike û hestekî ava dike ku mirov nizane çawa bîne ziman. Em daxwaz dikin ku di demek nêz de em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe bidest bixin û weke jin em ê xwe ji bo Rêber Apo feda bikin.”