Çalakiya penaberên Serêkaniyê ya “Vegera bi ewle bê dagirkerî” dewame

Hamleya Komîteya Penaberên Serêkaniyê 8’ê mehê bi diruşma “Vegera bi ewle bê dagirkerî” dayî despêkirin berdewame. Îro jî di çarçoveya hamleye de welatiyên kampê meşiyan û piştî meşê helwesta xwe anîn ziman.

Hesekê– Komîteya Penaberên Serêkaniyê 8’ê mehê bi diruşma “Vegera bi ewle bê dagirkerî” hamleyek a çalakiyan da despêkirin ku heta 16’ê mehê dê bi şêwazên cuda çalakî dewam bikin. Îro jî di çarçoveya çalakiyan de despêkê penaberên kampa Waşokanî meşiyan piştî meşê jî daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Kongireya Star a kampa Waşûkanî Xezal Berkel ve hate xwendin.
Xezal Berkel balkişand ser kirinên dermirovî yên ji pêvajoya dagirkirina Serêkaniyê heta niha ji aliyê çeteyan ve  ser welatiyên di nava Serêkaniyê de mane tên kirin û wiha domand: “Weke berdewama komploya navnetewî di salvegera komployê de bajarê me Serêkaniyê dagirkirin. Ji wê demê heya niha kirinên dermirovî li ser welatiyên di nava bajêr de mayî dimeşînin. Em welatiyên Serêkaniyê nasekinin heta bajarê xwe ji destê wan derxin.”