Çalakiya parlamenterên HDP'ê di roja 12'an de ye
Parlamenterên HDP'ê di roja 12’emîn a nobeta edaletê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn dest pêkirin de, wiha gotin: “Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

Enqere- Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê yên ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 12’emîn de ye. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Îmam Taşçier, Mûrat Sarisaç, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz, Mahmut Togrul, Erdal Aydemîr û Celadet Gaydali pankartên bi nivîsa “Bila qanûn li Îmraliyê bê sepandin û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" vekirin û li ber deriyê aliyê Dîkmenê yê meclisê daxuyanî da.
‘Sepana vê tecrîdê ne li gorî pîvanên olî ye’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “23 sal in li Îmraliyê tecrîd li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din tê sepandin. Sepana vê tecrîdê ne li gorî pîvanên olî ye, ne jî li gorî pîvanên exlaqî û hiqûqa Tirkiyeyê û ya gerdûnî ye. Em di heyamek ku wijdan tune bûye û hiqûq ji holê hatiye rakirin de derbas dibin.”
‘Li girtîgehan îşkence û zilma heyama 12’ê Îlonê heye’
Di daxuyaniyê de hat gotn ku polîtîkayên tecrîdê li ser tevahiya gel tên meşandin her wiha bal hat kişandin ser zext û polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemû girtîgehan tecrîdeke girankirî tê meşandin û wiha hat gotin: “Di 2 salên dawî de 142 girtî ji ber nexweş bûn li girtîgehan hatin qetilkirin. Bi sedan girtiyên nexweş li zindanan li ber xwe didin û terkî mirinê hatine kirin. Li girtîgehan îşkence û zilma heyama 12’ê Îlonê heye. Rejîma Kenan Evren li girtîgehan 50 girtî darve kirin, rejîma AKP û MHP’ê jî girtiyên nexweş derman nake û bi wî rengî dibe sedema mirina wan.”
‘Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ger deriyên Îmraliyê bên vekirin dê Tirkiye ji vê jiyana dojehî, şerê qirêj derkeve û ji rejîma zilmê rizgar bibe û wiha hat gotin: “Tirkiye dikare wisa bigihîje pergalek azadîxwaz, demokratîk û hiqûqê. Em careke din bang li Wezareta Dadê dikin û dibêjin divê ev tecrîd demildet bê rakirin. Pêwîst e parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bi wan re bikin. Em bi hêvî ne û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”