Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 391’emîn de bi dewirgirtina koma 77’emîn didome.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 391’emîn de bi dewirgirtina koma 77'emîn bi biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 76’emîn Evîn Ehmed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di rojên 15'é Tebaxê de ne. Meha tebaxê, navê xwe li diroka Kurd nivîsandiye. Ev meh meha Egidan e. Di şexsê şehîdên meha Tebaxê de em hemû cangoriyên xaka Kurdistanê bi bîr tînin û soza xwe ya li beramberî wan dubare dikin.

 

’Em deydarê Egîdan û Rêber Apo ne’

Pêngava yekem bi çirūska namlûya Fermandar Egît destpêkir. Em gelê Kurd bi denge fîşega yekem ji xewa mirinê şîyar bûn. Ji wê demê ve me dest bi lêgerîna heqîqeta xwe kiriye. Bi têkoşînê me bindestî û koletî şewitand. Bi hesret, xwestek û kelecanekê mezin em ber bi rastiya cewherê xwe ve dimeşin û ber bi sibe rojên ronî, geş û xweş ve diçin. Vejîn îro jî didome. Wek jin û gelê wargeha Mexmûrê em deydarê Egîdan û Rêber Apo ne.

‘Sedemên şer, qeyran û xetimînên heyî tecrîda li Îmraliyê ye’

Wek tê zanîn ev 26 sale tecrîdek giran kirî li ser Rêberê me tê meşandin û ev nêzî 4 salan bi tu şêweyî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em ji ber tendirûstiya Rêberê xwe di nava gumanan de ne. Divê demildest Netewên Yekbûyî û Dewleta Tirkiye yê daxwazên me cidî bigre, tecrîd bê rakirin û deriyê Îmraliyê heta dawiyê bê vekirin. Sedemên şer, qeyran û xetimînên heyî tecrîda li Îmraliyê ye. Dermanê hemû pirsgirêkên ku li ser rûyê cihanê di qewîmin çareserî ya wan di vekirina deriyê Îmraliyê re derbas dibe. Divê hemû cîhan ji vê tecrîda dijî mirovahiyê re bêdeng nemîne, divê mirohavî dest bide hev, bibe yek û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe xelekek mezin.

‘Navenda berxwedanê Îmraliye’

Em li ser navê koma 76’emî silav û heskirinên xwe ji Rêberê xwe re dişinîn. Navenda berxwedanê Îmraliye. Bi rihê 15'e Tebaxê şerê li Zap, Avaşîn, Metîna û Bakurê Kurdistanê gihiştîye lûtkeya herî bilind. Gerîla bi rihê fedayitî ů taktikên demê, dijmin aniye rewşeke ku êdî nikare windahiyên xwe ji raya gişti vêşêre. Artêşa dewleta Tirk rîbirûyî şikestinê hatiye. Xiyaneta malbata Barzanî nebe, yek roj nikarin li ser axa me bimînîn.

’Pêvajo ji me Egîdbûnê dixwaze’

Bi rihê 15'ê Tebaxê û şerê gerîla ve em ê xiyanet û dagirkeriyê bişkînin. Bi hevtemamkirina gel û gerîla em ê serbikevin. Pêvajo ji me Egîdbûnê dixwaze. Wek Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em bi biryarin ku heta deriyê Îmraliyê vebe, emê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Bi vê baweriyê ji niha ve em cejna vejînê li tevahî gelê Kurd û Rêber APO pîroz dikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', ‘Bê Serok Jiyan Nabe' û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.