Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, ev saleke bi biryardariyek xurt didome. Çalakî bi dewirgirtina koma 74’emîn berdewam dike.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 74'emîn û biryardariyek xurt didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 73’emîn Taybet Kapar axivî.

Taybet Kapar, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek gelê Kurd ji derveyî berxwedanê tu rêyek din wan nîne û wiha axivî: “Çalakiya Nobetê ya ku me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daye destpêkirin, ev saleke bênavber didome. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ji ber ku ji derveyî berxwedanê tu rêyek din nîne. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û berxwedana gerîlayên azadiyê ya li çiyayan ji bo me dibê çavkaniya hêz e.”

Taybet Kapar, di dawiya axaftina de bang li tevayî gelê Kurd û kesên azadîxwaz kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Merasîm bi dewirgirtina koma 74’emîn û dirûşmeyan dawî bû.