Çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 14’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi dewrgirtina koma 14’emîn bi biryardarî didome.

Çalakî îro ji aliyê koma 14’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’emîn Eyşê Îlhan axivî.

Banga xurtkirina têkoşînê

Eyşê Îlhan diyar kir ku ew ê tu caran de ji têkoşîna xwe ya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernedin û got: “Em ev bêmafiya ku li Serokê me tê kirin û kîmyasala ku li ser zarokên me tê bikaranîn qebûl nakin û divê em Rêbertî bi fîzîkî azad di nav xwe de bibînin. Em bang li hemu gelên cîhanê dikin ku rabin serhildanê, meş û mîtîngan li darbixin ji bo ku Serokê me ji girtîgehê derkeve.”

Merasîma bi dewrgirtina koma 14’emîn û dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.