Çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 10’emîn didome.

Mexmûr- Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt didome.

Çalakî şevê din ji aliyê koma 10’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 9’emîn Ezîz Koçer axivî.

‘Dewleta Tirk wê tu caran negihije armanca xwe’

Ezîz Koçer diyar kir ku wek gelê wargeha Mexmûr ewê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim di nava çalakiyan debin û got: “Ev 30 meh in ji Rêber APO bi tu şêwazî agahî nayê girtin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku fikir û ramanên Rêber APO, gelê welatparêz û gêrîlayên Azadiya Kurdistanê ji hev qut bikin demeke dirêje li ser Rêber APO tecrîdek dijî mirovahiyê dimeşîne. Wek tê zanîn li beramberî wê gelê Kurd û gêrîlayên azadiyê hertim di nava çalakiyê de ne. Bila dijminê dagirker vê baş bizanibe wê tu carî negihije wî armancê ku Rêber APO ji gel û gêrîla qut bike. Felsefeya Rêber APO gerdûnî buye û buye fikir gerdûnî. Em jî wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî ji bo fîzîkî azadkirina Rêber APO çi dikeve ser milê me em ê bikin û hertim li ser lingan bin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.