Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 1060’an de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 1060’an de bi biryardariyek xurt didome.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiya nobetê ya ku li dijî tecrîdê veguheriye qadekî berxwedanê, ber bi temamkirina sala xwe ya 3’emîn ve dimeşe. Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 204’an, di roja xwe ya 1060’an de bi biryardarî berdewam dike.
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin, ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 203’an Qeder Kar daxuyaniyek xwend.
‘Fikir û felsefeya Rêbertî bûye meşa rûmeta mirovahiyê’
Daxuyanî bi van gotinan destpê kir: “Têkoşîna ku îro em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşînin, di vê pêvajoyê de gihiştiye astekî cuda. Ji ber ku meşa Rêber Apo ya ku ji roja destpêka têkoşînê heta niha meşandiye, îro bûye meşa bi milyonan mirovan. Ango mirov dikare bêje ku êdî bûye meşa rûmeta mirovahiyê. Ji ber wê yekê ye ku îro li seranserê Cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî tên lidarxistin.”
‘Têkoşîna me wê ji bo belavkirina felsefeya Rêbertî be’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku riya xwe gihandina azadiyê, belavkirina ramanên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha hat gotin: “Ji bo vê, wek gelê Kurd û dostên Kurdan, pêwîst e ku têkoşîna me ya esasî belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî be. Beriya 27 salan, ango ji roja ku ev têkoşîn dest pê kiriye heta niha, fikir û felsefeya Rêbertî bûye tirsa desthilatdaran. Jixwe yek ji sedemên dîlgirtina Rêbertî ev bû. Ji ber wê yekê, belavkirin û fêmkirina fikrên Rêbertî wê me hîn zêdetir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêbertî bike. Bi taybetî, belavkirina manîfestoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêbertî wê azadiya mirovahiyê jî bi xwe re bîne.”
‘Heta azadiya fîzîkî mîsoger nebe em dev ji çalakiyên xwe bernadin’
Çalakgeran di dawiya daxuyaniya xwe de biryardariya berdewamkirina çalakiyan bi van gotinan anîn ser ziman: “Ji bo wê pêwîste em bi hemû hêza xwe, wek rûbarên diherikin qet nerawestin; meş û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn mezintir bikin. Ji ber ku em dizanin, dema di tariyê de çirûskek hat pêxistin, êdî vemirandina wê ne gengaz e.
Em ê jî vê meşa pîroz heta lûtkeya serkeftinê bimeşînin. Riya me riya rûmetê ye û em ê heta dawiyê li ser vê riyê bin. Ji roja ku me dest bi çalakiyên xwe kiriye heta îro, peyva li ser zimanê me yek e; Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin! Em ê her qadê bikin qada berxwedanê û agirê têkoşîna xwe hîn bêtir geş bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 204’an û bi dûruşmeyan dawî bû.