Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 196’an didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 196’emîn, di roja 1010’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 196’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 195’emîn Bîşeng Yildirim daxuyaniyek xwend.
‘Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd astengiyan nas nake’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên çêdibin li pêşiya daxwaza gelê Kurd a azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd nabin asteng û wiha hat gotin: “Li ser bingehê şerê Cîhanê yê 3’emîn guhertin û veguhertinên ku li Cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn rû didin, girîngî û neçariya rêxistinbûn û li ser bingehê wê rêxistinbûnê berxwedan, ji bo gelan bi eşkereyî radixin berçav. Gelê Kurd jî bi hişmendiya vê yekê ku bi saya Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê bi destxistiye. Bi rêxistinbûn û çanda berxwedanê kariye xwe heta niha li ser piyan bigre û têkoşîna xwe ya mafdar ber bi encamê ve bîne. Bi vê ve girêdayî ti guhertin û veguhertinên li herêmê, çi stratejik çi jî taktîkî, nekariye biryardariya gelê Kurd ya ji bo Rêbertiya azad û civakek azad û demokratîk bişkîne û rêxistinbûna wê têk bibe.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bi vê ve girêdayî çalakiya me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi biryardariyek hîn mezintir wê heta bigihije encamê, berdewam bike û di riya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bimeşe.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 196’emîn dawî bû.