Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 58’emîn didome.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Çalakiya ku ev 9 meh zêdetirin bi biryardariyek xurt didome, ji aliyê koma 58’emîn ve hat dewirgirtin. Herwiha di çalakiya Nobetê de cezayê disiplînê yê nû ku li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn, hat şermezarkirin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 57’emîn Yasemîn Îşlek axivî.

‘Çareseriya hemu pirsgirêkan Rêbertî ye’

Yasemîn Îşlek di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriya hemu pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmraliye û wiha got: “Wek tê zanîn ev 25 salin tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin û ev demeke dirêje bi tu şêweyî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em ji tendirûstiya Rêber Apo bigumanin. Divê demildest Netewên Yekbûyî û dewleta Tirkiyê daxwazên me berçav bigirin, tecrîd were rakirin û deriyê Îmraliyê heta dawiyê bê vekirin. Di Rojhilata Navîn de pêşî girtina pirsgirêkên niha tên jiyankirin û çareseriya wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dermanê hemu pirsgirêkên li ser rûyê cîhanê diqewimin çareseriya wan hemu di vekirina deriyê Îmraliyê re derbas dibe. Ji bo wê divê hemu cîhan ji vê tecrîda dijî mirovahiyê re bêdeng nemîne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hewldanan bike.”

‘Em azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin’

Yasemîn Îşlek diyar kir ku bi dayîna cezayên disiplînê dewleta Tirk mafên rewa yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpê dike û got: “Me jinan azadiya xwe bi Rêber Apo re naskiriye. Bi Rêbertî re em ji nûve ji dayîkbûne,  ji bo wê em azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin. Bi taybet wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe emê di têkoşîn û rêzeçalakiyên xwe de bi israrbin. Cardin dewleta faşîst ya Tirkiyê ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtin neyê kirin, dibin navê sezayê disiplînê de mafên rewa yên Rêber Apo dide asteng kirin. Em li dijî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşa dikin û em bang li hemu jinan, hêzên demokratîk, saziyên mafên mirovan û CPT’î dikin ku bila bi erkên xwe yên mirovahiyê rabin û pêkbînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.