Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 365 rojan bi pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya di 20’ê Tirmehê de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 40 meh in tu agahî jê nayê girtin, hat destpêkirin, 365 rojan bi pey xwe hişt.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 40 mehin bi tu awayî agahî nayê girtîn. Gelê Kurd û dostên wan ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li seranserê cîhanê di nava çalakî û têkoşinê de ne.

Jiyanek bi berxwedan û têkoşînê avakirin

Yek ji wan cihanan jî, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ango Mexmûr e ev 30 salin ji bo azadiyê têkoşînek dide meşandin e. Gelê Wargeha Mexmûrê ji bo gelê Kurd bigihijê mafên xwe, welatê wan di bin dagirkeriya dewletên hegomun de rizgar bibin û zimanê wan bi awayek fermî bê qebûl kirin, di salên 90’î de dest ji gund û warên xwe berdidin, berê xwe didin Başûrê Kurdistanê û penaberiyê. Di vê rêwîtiya penaberiyê de gelek êrîş û metirsiyan re rû bi rû hatin. Lê tu caran ji sekna xwe gav paş de neavêtin û li Mexmûrê jiyanek bi berxwedan û têkoşînê avakirin.

Pêla serhildanê digihije lûkteya herî jor

Dema di 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navdewletî de dîl tê girtîn, çawa ku li tevayî deverên Kurd lê serhildan û durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bilind dibe, li Wargeha Mexmûrê jî, ev pêla serhildanê digihije lûkteya herî jor. Gelê Mexmûrê ji vê rojê heta niha bi çalakiyên cur be cur ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li dijî desthilatdariyê têkoşînek mezin didin meşandin.

Bi çalakiyên cur be cur daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin

Di nava van 30 salên penaberiyê de, gelê Mexmûrê bi dehan caran çalakiyên greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger, meş, semîner, komxebat, şandina nameyên ji bo Îmralî, ji bo CPT’î, NY’ê û bi çalakiyên cur be cur daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe kirin.

Bi pêşengtiya jinan Çalakiya Nobetê destpêkir

Gelê Mexmûrê bi heman daxwazê di 20’ê Tirmeha 2023’an de li Saziya Malbatên Şehîdan di pêşengtiya jinan de Çalakiya Nobetê dan destpêkirin. Jinên Mexmûrê ku ji destpêke penaberiyê heta niha, di hemû qadên jiyanê de pêşengtiya gel û civaka xwe kirin e, bi taybetî di çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî rolek sereke lêyistin. Di nava salekê de jinên Wargehê rengê xwe di nava Çalakiya Nobetê de jî bi awayek herî xurt diyar kirin. Gelê Wargeha Mexmûrê çalakiya xwe bi biryardariyek xurt ev saleke didomîn e.

Xanê Benek bû sembola Çalakiya Nobetê

Yek ji wan jinan jî Xanê Benek a ku ji destpêka çalakiyê vir ve salek ango 365 roj in bênavber beşdarî çalakiyê bû. Xanê Benek tevî temena xwe ya mezin, bû sembola Çalakiya Nobetê ku ev salek bênavber didome.

Têkiliyên navbera gel hîn zêdetir xurtir dibe

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi dewrgirtina koman 5 rojan berdevam dike. Koma herî kêm ji 10 kesan pêk dihat û herî zêde ji 30 kesî derbas dikir. Di nava van 5 rojan de çalakvan bi guhdarkirina seminerên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belgeselên der barê tecrîd, berxwedana gerîlayên azadiyê yê li serê çiya û tunelan û şerê taybet de çalakiya xwe dewlemend kirin. Her wiha bi guhdarkirina dahûrandinên Abdullah Ocalan, hewldidan hîn baştir Rêberê xwe fambikin û fikîr û felsefeya Ocalan jiyanî bikin. Bi serdanên ku ji aliyê gel û saziyên Wargehê ve di hatin kirin de, têkiliyên navbera gel hîn zêdetir xurtir dibû.

Di nava salê de her wiha ji bo hilweşandina pergala li îmralî û bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngavek a nivisîna nameyan hat destpêkirin. Di her merasîma dewirgirtinê ya koma çalakiyê dewrî koma li pey xwe dikirin de bi daxuyaniyên çapemeniyê biryardariya çalakiya xwe û daxwaza azadiya Fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubarê kirin.

Dayik bi dengên xwe hêz û morel didin

Çalakiya Nobetê ya çalakvanan bi gotina sitranên dengbêjiyê dihatin xemilandin. Dayikên ku beşdarî çalakiyê bû, bi dengen xwe yên xweş hêz û moralê didan hevalên xwe yên çalakvan. Zarokên Wargehê jî yên di Stêra Zêrîn Û TEV-Çandê de û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) bi koma xwe ya erbanê di nava salê de, bi dehan caran ji bo morel bidin çalakvanan hunera xwe li cihê çalakiyê bi çalakvanen re parve dikirin û bi stranên şoreşgerî çalakvanan keyfxweş dikirin.

Ji bo 3 rojan çalakiya greva birçibûnê dan destpêkirin

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê berdewam dike, di salvegera komploya navdewletî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de di 13’ê Sibata 2024 ‘an ji bo 3 rojan çalakiya greva birçibûnê dan destpêkirin. Ev çalakî heta 15’ê sibatê berdewam kir.

Çalakiya Nobetê ku di 20’ê Tirmehê de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 4 salin in tu agahî jê nayê girtin, hat destpêkirin, salekî ango 365 rojan bi pey xwe hişt.

Endama Komîteya Çalakiyê Kerîma Kanat der barê Çalakiya Nobetê ku ev salekê bênavber didome de ji ajansa me re axivî.

‘Em ji aliyê rih û mejî ve girêdayî Rêber Apo ne’

Kerîma Kanat, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Serokatî ya me ev 25 salin li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ev 4 salin em nikarin agahî bigrin. Em wek gelê Kurd êdî tu tehmûla me li dijî tecrîda li ser Serokatî ya me nema. Em ji aliyê rih û mejî ve girêdayî Rêber Apo ne.”

‘Jin û ciwan pêşengiya çalakiyê dikin’

Kerîma Kanat, der barê Çalakiya Nobetê li di 20’ê Tirmeha 2023’an de li Wargeha Mexmûrê hat destpêkirin de axivî û wiha got: “Li Mexmûrê Çalakiya Nobetê ku me li dijî tecrîd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da destpêkirin, sala xwe tijî kir. Çalakiya bi beşdaryek xurt berdewam dike. Jin û ciwanên wargehê pêşengiya hemû çalakiyên ji bo Rêbêr Apo dikin. Dema mijar dibe Rêber Apo gelê me pêşengtiya çalakiyan dikin. Di tevahiya sala çalakiyê de dahûrandinên Rêbertî hate guhdarkirin, sinevizyona li ser jiyana şehîdan hate temaşekirin, perwerde hate dayîn û pirtûkên Rêbertî hatin temaşe kirin.”

‘Jin bi tevlîbûn û nîqaşên xwe reng didin çalakiyê’

Kerîma Kanat, da zanîn ku jin û ciwanên Mexmûrê pêşengtiya çalakiya Nobetê kirine û wiha pê de çû: “Dayik û ciwanên me bi dengê xwe çalakiyê dewlementir kirin. Jin bi tevlîbûn û nîqaşên xwe reng didin çalakiyê. Ev yek ji bo cihê serbilindî ye. Yekane armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Fikir û felsefeya Rêbertî ya ji bo jinan xwedî cihek girîng e. Bi saya Rêber Apo jin maf, nasname û xwe naskirin.

Kerîma Kanat, di dawiya axaftina xwe de bang li CPT’î kir ku peywîra dikeve ser milê wan pêk bîne û wiha axivî: “Em wek gelê Wargehê û gelê Kurd bang li CPT’î dikin ku erk û berpirsyartiya xwe bi cih bîne û têkildarî Rêber Apo agahiyek zelal bide. Em bang gelê Kurd dikin ku xwedî li Serokatî û gerîlayên azadiya Kurdistanê derbikevin û li dijî êrîşan xwedî helwest bin.”