Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 60’emîn didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 10 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 10 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 60’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 59’emîn Evîn Nêrwehî axivî.

‘Emê li her derê têkoşînê mezin bikin’

Evîn Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku li hemberî tecrîdê ewê têkoşînê mezin bikin û got: “Ev sê sal derbas dibin ji Rêber Apo agahî nayê girtin û her roja ku diçe tecrîd girantir dibe. Em tecrîdê şermezar dikin û bang dikin ku bêdengiya li hemberî tecrîdê were şikandin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê rakirin emê berxwedana xwe bidomînin û tişta ku dikeve ser milê me emê pêkbînin. Emê li her derê têkoşînê mezin bikin. Em berxwedana hemu girtiyên zîndanan û gêrîlayên di çeperan de şer dikin silav dikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.