Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 53’emîn didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 9 mehin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 55’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 54’emîn Îsmaîl Kara axivî.

‘Divê em zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin’

Îsmaîl Kara diyar kir ku yekane armanca gelê Kurd ji çalakiyan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Ev demek dirêje ji bo Rêbertî hemleyek hatiye destpêkirin ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’. Li wargeha Mexmûr jî ev demeke çalakiya nobetê hatî destpêkirin. Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareseriya Kurdistanê ye. Ger ku Rêbertî ev 25 salin di girtîgehê de û sê salin jî hevdîtin li gel nayê pêkanîn, tê wê wateyê ku hewldan û çalakiyên me kêm dimînin. Divê em zêdetir çalakiyên xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Em tu caran li hemberî êrişan serî na tewînin’

Îsmaîl Kara dinava axaftinên xwe de hevkariya PDK’ê û hikumeta Iraqê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha got: “Divê pêvajoya dawî de hemu hewldanên hikumeta faşîst a AKP-MHP û hevkarên xwe ji bo tunekirin û qirkirina Kurdan e.Taybet hatina Erdoxan ya Iraq û hevdîtinên bi PDK’ê re hemu diyar dike ku hemu hewldanên wan li ser tunekirina Kurdê azade. Lê ew tu caran li hember têkoşîna gelê Kurd û şervanên azadiyê serneketine û sernakevin jî. Em tu caran li hemberî wan çok na daynin û gav paşde nadin. Ev bila ji bo wan bila bibe peyamek.”

Îsmaîl Kara di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku hîn zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin û hevkariya hikumeta PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.