Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 47’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 47’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 47’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 46’emîn Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya axivî.

‘Bi girankirina tecrîdê nikarin me ji Rêbertî qut bikin’

Sarya Kaya diyar kir ku li beramberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin her roja ku diçe têkoşîna gelê Kurd jî mezin dibe û got: “Armanca çalakiya me şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandine û heta tecrîd neyê şikandin emê çalakiyên xwe bidomînin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya gelê Kurd e. Divê em wek gelê Kurd li herderê cîhanê çalakiyên xwe bi awayek xurt bidomînin. Bila herkes bizane bi girankirina tecrîdê nikarin me ji Rêbertî qut bikin. Çiqas tecrîd were girankirin wê li beramberî wê hêrs û têkoşîna me mezin bibe.”

‘Emê têkoşînê bi awayek herî xurt bidin meşandin’

Sarya Kaya di dawiya axaftinên xwe de da diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe wek wargeha Mexmûr dev ji çalakiyên xwe bernadin û wiha got: “Cardin divê wek gelê welatparêz bi taybet jî gelê Mexmûrê ku bi salane li berxwe didin divê bi tu şêweyî tecrîdê qebûl nekin. Ji bo wê heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin em na rawestin û emê têkoşînê bi awayek herî xurt bidin meşandin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.