Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi biryardariyek xurt bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 148’emîn ve didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 148’emîn didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 147’emîn Qimet Delakî axivî.

‘Fîşeka ewil ya heval Egîd avêtî ronahî da Kurdistanê’

Qimet Delakî di destpêka axaftina xwe de li ser girîngiya 15’ê Tebaxê axivî û wiha got: “Fîşeka ewil ya heval Egîd avêtî ronahî da Kurdîstanê û hemû gelên cîhanê. Dagirkeran destpêkê xwest gelê Kurd bixe bin betonê û tûne bike. Feqet gele Kurd li her dere Kurdistanê hebûna xwe da îspat kirin. Emê her tim di 15’ê Tebaxê de bîr û baweriya Rêbertî û Şehîden xwe bibîr bînin.”

‘Em 15’ê Tebaxê li welatparêz û şervanên ked didin re pîroz dikin’

Qimet Delakî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû welatparêz û şervanên niha çeperên şer de ked didin re serkeftin dixwazin û 15’ê Tebaxê li wan pîroz dikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 148’emîn û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.