Çalakiya Nobetê ya li Mexmûr didome

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî bû, bi dewr girtina koma çaremîn didome.

Mexmûr- Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger hat destpê kirin. Çalakiya Nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewr girtina koma çaremîn didome.

Çalakiya Nobetê dê her 5 roj bi dewr girtina komekî berdewam bike. Çalakî îro ji aliyê koma çaremîn ve hat dewr girtin. Beriya merasîma dewr girtinê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.

‘Divê gelê Kurd dinava berxwedan û têkoşînek pir mezin debin’

Pakîstan Bîlen di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Em wek gelê Kurd di rewşek bi guman dene û em dizanin xeterî û metirsiyek mezin divê tecrîdê de heye. Dewleta Tirk bi taybet jî hikumeta AKP-MHP dixwazin bi van pêkanînên xwe yên qirêj gelê Kurd ji Rêbertiya wê bê agahî bihêle. Bê guman ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertî tê meşandin, em dizanin li ser tevayî gelê Kurdistanê tê meşandin. Li her cihê ku lê dijîn de gelê Kurd dibin êrişek pir mezin de ye. Em jî wek gelê Kurd vê yekê baş dizanin, dewleta Tirk bi van rê û rêbazên xwe yên qirêj yên ku li ser gelê Kurdistanê dide meşandin nikare bigihe armanca xwe. Ji bo wê jî divê em li her cihekî Kurdistanê wek gelê Kurd dinava berxwedan û têkoşînek pir mezin debin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.