Çalakiya nobetê di roja 225’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên 225 rojin di çalakiya nobetê de ne.
Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 225’an de berdewam dike.
Di saetên serê sibehê de malbat hat ber edliyeyê û li "Qoncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" bi dovîza "Em tenê edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kir.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya yê hesabê Meclisê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê û Lijneya Giştî ya Meclisê etîket kir û ev parvekirin kir: "Dayikek 225 roj in, li peyarêya Edliyeya Rihayê runiştiye û li benda edaletê ye. '286 parlamenterên' ku ji hewara dayikê re bêdeng in û çapameniya di bin zextên siyasî de bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bike."