Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 290’an de ne
Malbata Şenyaşar a 290 rojin li ber Edliyeya Rihayê edaletê diqêre got: “Edalet di bin serweriya zaliman de ye.”
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 290’an de berdewam dike. Di saetên zû yên serê sibehê de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenşayar hatin li ber Edliyeya Rihayê qada ku bi navê "koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" te binavkirin dest bi nobetê kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya ya civakî vê peyamê par kir: “Dînê dewletê edalet e. Dîn niha wek malzemeya siyasî tê bikaranîn. Edalet jî di bin serweriya zaliman de ye. Deriyê edliyeyê ji kesên bi hêz re vekirî ye. Dayê 209 roj in li ber deriyê edliyeyê li benda mucîzekê ye.”