Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 220’an de didome
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di roja 220’emîn de didome.
Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di roja 220’an de berdewam dike. Dayik û kurê wê yê ku hatin qada bi navê "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar", li şûna pankartên ku di roja 200'emîn a nobedariyê de hatin girtin û ev 20 roj in ji bo lêpirsînê hatine berhevkirin, ên nû anîn cihê nobetê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi wêneyên pankartên xwe yên nû re ev peyam parve kir: "Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 220'î de didome. Ji ber înada kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê edalet tune ye; em ê bi berxwedan û piştevaniyê edaletê bînin."