Çalakiya nobeta “edaletê di roja 218’an de ne

Di roja 218’an de: Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 217 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê."

Di roja 218’an de: Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 217 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê."
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 218’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Ji ber di roja 200’an a çalakiyê de polîsan dest danî ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bê pankart dimeşînin. Malbat parêzer û welatiyên rêya wan dikeve edliyê ji rewşê hayîdar dikin.
Malbatê, li ser hesabê xwe medya yê hesabên Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû û Lijneya Giştî ya Meclisê etîket kir û parvekirin kir: "Rexmî vê bêedaletiya ku li ber edliyeyê pêk tê jî di her bêhngirtina me de hêvî heye. Her çiqas rayedarên li Edliyeya Rihayê nebihîzin jî kesên ku dibihîzin û hîs dikin hene. Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê."