Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 216’an de dewam dike
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 216 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar di roja 216’an de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji ber dawiya heftê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê didomînin.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya yê ev parkirin danî: "Qet gumana me nîne wê edaleta îlahî cihê xwe bibîne! Dibe ku edaleta dinyayî bê derbaskirin; Lê teqez ew ê jî rojekê bi cih bê. 3 mirov hatine qetilkirin, li holê doz tune ye! Wê ev dewran timik wiha berdewam neke."