Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 214’an de ne

Nobeta “edaletê” ya malbata Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dayî despêkirin di roja 214’an de dewam dike.

Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 214’an de dewam dike. Ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xwe, Fadil Şenyaşar ê 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê hucreya yek kesî de tê girtin, dayika Emîne Şenyaşar îro tena serê xwe, nobet da destpêkirin. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê 214 roj in didome. Pankarta me 14 roj in di bin çavan de ye, dayika min li pêş edliyeyê ye, ez jî (Ferît Şenyaşar) di hevdîtina birayê xwe yê 3 sal in li Xarpêtê bi awayekî bêhiqûqî tê girtin de me. Edalet li ku ye nediyar e!”