Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 197’an de ne

Emîne Şenyaşar di roja înê ku dê bibe roja 200’an a çalakiya nobeta “edaletê” de li benda piştevaniya 200 parêzerane.

Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeta “edaletê” di roja 197’an de dewam dikin. 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş avahiya edliyeyê cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin. Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku wê di nobeta roja înê ku dikeve roja 200’emîn de, wê bi 200 parêzeran re daxwazên xwe bînin ziman.
“Em li vêderê zilmê dibînin”
Emîne Şenyaşar balkişand ser zilma di dema çalakiyê de li wan hatî kirin û wiha got: “Li vir zilmê li me dikin, li me dan û em binçav kirin. Polîs her gava me dişopînin. Em nêzî 200 roj in li vir tenê zilmê dibînin. Em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe û edalet pêk were. Dozgeran deriyên xwe li me girtine naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Êdî nikarim li malê bisekinim. Bila roja înê hemû parêzer li vir bibin, çiqas parêzer hene bila agahiyê bidin hevalên xwe û werin vê derê. Em li vir du kes in, pêwistiya me bi alîkariya parêzeran heye. Dema min ew li vir dîtin hindik be jî ez kêfxweş dibim, bila werin min keyfxweş bikin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê jî ev peyam parve kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê komkujî heye. Biryara nepen a 3 sal in ser dozê ye didome. Peyv têra nakin ku em bêedaletiya dijîn vebêjin.”