Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 194’an de ne

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên 194 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin gotin: “Yên zilmê dikin li ber çunê ne.”

Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê 194 rojin çalakiya nobeta “edaletê” dewam dikin.
Malbatê wêneyê bi Endamê Desteya Dîsîplînê ya CHP Doguşcan Aydin Aygun ku duh li ber edliyeyê çû serdana wan, li ser hesabê xwe yê medya yê par kir û got: "Şandeya ji Navenda Giştî ya CHP'ê, ji bo piştgiriya têkoşîna me ya edaletê ya li ber edliyeyê me ziyaret kir. Kî neheqiyê û zilmê dike bila bike, divê em wekî civak ji vê re bêjin bes e. Yên ku zilmê dikin li ber çûnê ne, ew nikarin bibin parlamenterên gel.”