Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 141’an de dewam dike

Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 141’an de dewam dike.

Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di encama êrîşa xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi mehan e li pêşiya Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît ê di bûyerê de bi birîndarî xilas bibû re 141 rojin nobeta “edaletê” dewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parkirin danî: “Têkoşîna me ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê di roja 141’an de ne. Di Nexweşxana Dewletê ya Pirsusê de komkujiyek hat kirin, ti berpirsên dewletê vê red nakin, lê ji ber destê parlementeran di nava komkujiyê de heye kes hesab naxwaze. Em edaletê dixwazin û ji rêxistinên hiquqî piştevaniyê dixwazin.”