Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 126’an de ne
Daxwaza malbata Şenyaşar a 126 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin a hevdîtina bi dozgerê nû hatiye tayînkirin re hat redkirin.
Daxwaza malbata Şenyaşar a 126 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin a hevdîtina bi dozgerê nû hatiye tayînkirin re hat redkirin.
Riha - Nobeta "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 126’emîn de didome.
Ferît Şenyaşar, ragihand ku daxwaza wan a hevdîtinê ya bi dozgerê nû hatiye tayînkirin re hatiye redkirin û wiha got: “Em li pêş edliyeyê ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li kesên biwijdan û rayedaran dikin. Di holê de komkujiyek heye û ev komkujî li saziyeke dewletê hatiye kirin. Faîl diyar in û li derve ne. Em edaletê dixwazin.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt parkir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê yên ku bi malbatî hatin qetilkirin em in. Yên ji bo edaletê bedel dayî dîsa em in. Ji kesên ku bedelê nedin re edaleta bê pere tune ye!”