Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 109’an de ne
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dayîn despêkirin di roja 209’an de dewam dike.
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 209’an de dewam dike. Ji ber Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, malbatê îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya yê, bi videoya Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamegeriyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku di 20’ê Îlona 2021’an de diyarî wna hatibû kirin parve kir û wiha got: “Di merasîma Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şêhîdên Çapemeniya Azad de, xelata rûmetê dan dayika Emîne ya 7 meh in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Em ê dev ji daxwaza heq, heqîqet û edaletê bernedin.”