Çalakiya nobeta edaleta ya Emîne Şenyaşar di roja 24’an de ye

Çalakiya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar li ber meclîsê di roja 24’emîn de didome. Rêxistina DEM Partî ya Rihayê serdana "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar kir.

Navenda Nûçeyan- Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatiye qetilkirin û kurekê wê hatiye girtin di roja 24’yemîn de çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" domand. 

Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de dovîza li ser “Edalet” dinivîsand hilgirt û dest bi çalakiya xwe kir.Emîne Şenyaşar û kurê wê di heman demê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Ferît Şenyaşar tevlî çalakiyê bû. Her wiha rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê jî ji bo piştevaniyê serdana Emîne Şenyaşar kir.