Çalakiya Mertalên zindî hat astengkirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku dixwestin biçin herêma Qendîlê û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin, hatin astengkirin.

 Navenda Nuçeyan- Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomîn, wê li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidana destpêkirin. Komên ciwanan îro serê sibehê berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê. Lê li seytereya dawî ya li bajarokê Sengeserê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî riya ciwanan nehat vekirin. Her wiha Komek endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî xwest piştgiriyê bide çalakiyê lê destura derbasbûna wan jî nehat dayîn. 
Tevî hemû astengiyan jî ciwanan xwest bi meşê biçin Qendîlê lê hêzên asayîşê mudaxele kirin û nehiştin biçin. Di dema mudaxeleyê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamevanên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî hatin astengkirin û derbkirin.
Komek endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî xwest piştgiriyê bide çalakiyê lê destûra derbasbûna wan jî nehat dayîn.
Li ser astengkirinê, girse li seytereyê kom bû û çav li rê ye ku di kêliyên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.