Çalakiya mamostayên bi peyman dom dike
Ev zêdeyî sê heftene li gelek bajar û navçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê mamostayên bi peyman ji bo bi fermî werin tayînkirin li qadan çalkî li dardixin.
Navenda Nûçeyan- Li Herêma Kurdistanê 23 hezar mamostayên bi peyman hene û nehatine tayînkirin. 5 salin mamosta daxwaza tayînkirinê dikin, lê hikûmet bi behaneya qeyrana darayî vê daxwaza mamostayan red dike.
Îro carek din mamostayên bi peyman li bajaroka Qeladiz ya ser bi îdareya Raperînê li ber avahiya rêveberiya perwerdê ya bajarok kombûn û daxwaza tayînkirina fermî ji aliyên peywendîdar kirin. Mamostayan diyarkirin heta daxwazên wan pêk neyê û bi fermî neyên tayînkirin, wê çalakiyên wan berdewam bike.