Çalakiya mamostayên bi peyman dewame
450 mamostayên bi peyman yên Kampa Domiz a ser bi parêzgeha Dihokê ev 10 rojin çuyina dibistanê baykod kirine.
Navenda Nuçeyan - Mamostayên bi peyman yên Kampa Domiz a ser bi parêzgeha Dihokê ev 10 rojin ji bo mafê xwe bi destbixin û bi fermî werîn tayîn karin çuna dibistanê baykod kirine. Bi giştî 425 mamostayên bi peyman di nava Kampa Domiz 1 û Domiz 2 yên ser bi parêzgeha Dihokê di xebitin hene. Ev mamosta jî daxwaza mafê xwe dikin û dixwazin ew ji weke mamostayên bi peyman yên di nava bajaran de bên tayînkirin.
Mamostayan dan diyarkirin ku ev 5 mehe wan muçe wernegirtine, her wiha ji wan re jî hatiye gotin, “hun xwebexşin, hun ne wek mamostayên bi peymanin.”