Çalakiya mamostayê bi peyman di roja 14’an de dewam dike
Mamostayên bi peyman ên ji bo daxwaza mafê xwe di nava çalakiyan dene bibiryarin ku heta mafê xwe bi dest nexin dest ji çalakiya xwe bernedin.
Şarezûr- Li herêma Kurdistanê 22 hezar mamostyên bi peyman hene, piraniya wan ji derveyî bajar û bajarokan waneyan didin û muçeyên ku digrin gelek kême, ev jî tenê têra çûyîn û hatina wan dike û nikarin jiyana xwe bi vê berdewam bikin. Bi boneya daxwaza mafê xwe dest bi çalakiyê kirin û çalakiya wan li gelek devran belavbû. Îro 14 roje çalakiya mamostayan li berderiyê perwerdeya Seyîdsadiq dom dike. Mamosta daxwaza tayînbûnê dikin ku cardin biçin dibistanan wane bidin û hinek ji wan diyardikin ku êdî nikarin weke mamostayên bi peyman berdewam bikin û hinekan jî dest ji kar berdan e.
Mamostayên bi peyman dibêjin ku wezareta perwe
rdê dixwaze deriyê dibistanên hikumî bigrin û berê hemûyan bidin xwendina taybet, ji ber wê heta niha bersîva wan nedane ew jî bi diruşma û baykotan li ser lingane heta ku dengê xwe bigihînin hemû kesan daku daxwazên wan pêk were û di demek kin de biçin dibistanan.
Dû mamostayên bi peyman ên bi navê Baxan û Evîn bejdarî çalakiyê bûnê ji ajansa me JINHA re axivîn.
“Heta daxwazên mamostayan neyên cih wê çalakî bi dome”
Mamostaya zimanê erebî Baxan Osman di derbarê çalakiyên xwe de wiha dibêje: “Me gelek caran daxwazên xwe gihandiye aliyên peywendîdar û me daxwaza tayînkirinê kiriye. Sê mehan carekê muçeyê mamostayên bi peyman tê belavkirin ku ew ji kêmeke hinek caran têra çûyîn û hatinê nake.”
Mamostaya bi peyman Evîn Kerîm jî wiha got: “Ev dû hefteye me dest bi çalakiyê kiriye û em dixwaza mafê xwe dikin ku tayîn bibin, em naxwazin weke wezîran û parlemenan muçeyên meyên xeyalî hebe, em daxwaza mafê xwe dikin, emê dest ji çalakiya xwe bernedin heta ku daxwazên me pêk were.”
Piranî jinên mamostayên bi peyman dayîkin û xwedî zarokin û wan zarokan li gel xwe dibin çalakiyê û di xwazin bi vê rêyê peyma xwe bigihînin aliyên peywendîdar û ew muçeyên ku digrin ji nekarin jiyana malbata xwe bi rêve bibin.