Çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi peyama xurtkirina têkoşînê bidawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ku bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê yê li zindanên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh hatibû destpêkirin bi peyama xurtkirina têkoşînê bi dawî bû.

Hesekê - Însiyatîfa Gel bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” konê piştgiriyê ji bo grevên birçîbûnê yê li zindanên Tirkiyeyê hatine destpêkirin û zanîna rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedabû. Çalakiya konvedanê di roja duyemîn de bi peyamên xurtkirina têkoşîn û berxwedanê bi dawî bû.

Di roja duyemîn a çalakiyê de li ser fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyonek hat temaşekirin.

‘Felsefeya Ocalan azadiya hemu pêkhateyan e’

Endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê Eliya Emîn diyar kir ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî pêkhateyan e û wiha axaftina xwe domand: “Rêber Ocalan xwediyê felsefeya xilasî, wekhevî û azadiyê ye. Felsefeya wî felsefeyek pîroz e. Her kes hebûna xwe tê de dibîne ji bo wê em deyndarê xwediyê vê felsefê ne. Erkekî mirovî û exlaqî ye îro em ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava çalakiyan de bin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyek pîroz bi saya vê felsefê hatiye bidestxistin ku her pêkhate xwedî mafê bi zimanê xwe yê dayikê xwendinê ye, dikare nasnameya xwe bijî. Ji bo em bikaribin xwedî li van deskeftiyan derkevin pêwiste em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî her kêlî li qadan bin.”

Endama Meclisa Tiwêna Xedîca Şakir jî wiha got: “Ya ku xwedî li Rêber Ocalan derkeve û pergala îmralî hilweşîne jin e. Ji ber ku jin deyndarê vê felsefeya azad e. Ev felsefe ji bo jinan ronahî ye.”

ÇAlakiya konvedanê bi daxuyaniyekê ku tê de banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat kirin û piştgiriya berxwedana zindanan hat ser ziman bi dawî bû.