Çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîdê ya TAJÊ bi dawî bû

Çalakiya kovedanê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya TAJÊ hatibû destpê kirin bi dawî bû. Di daxuyaniya bi dawîbûna çalakiyê de hat destnîşankirin ku dê çalakiyên li dijî tecrîdê bidomin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 28’ê Çileyê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya sêyemîn de bi pêyamên bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê bi dawî bû.  

‘Yê ku me ji qirkirinê rizgar kir fikrên Rêber Apo bû’

Di roja dawî ya çalakiyê de piştî yek deqe rêzgirtinê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Îlyas axivî. Neam Îlyas wiha got: “Di demên herî zehmet de dema ku her kesek pişta xwe da civaka me yê ku me ji qirkirinê rizgar kir û me li ser lingan girt fikrê Rêber Apo bû. 25 sal in Rêber Apo di zindanê de ye û di bin tecrîda giran de ye. Ji bo şikandina tecrîdê wê çalakiyên me bidomin. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de yên karibûn rê liber çeteyan bigrin û derbeyên mezin li wan bidin, şagirtên Rêber Apo bûn. Bi  saya fikrê Rêber Apo DAIŞ têk çû. Tişta herî balkêş ewe ku piştî derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin. Bêdengiya qada navnetewî nîşan dide ku piştgirî ji tecrîdê re tê dayîn. Em  bang li CPT dikin bi zûtirîn demê de seredana Îmraliyê bike û rewşa Rêber Apo ji raya giştî re parve bike. Ji ber ku li seranserî cîhanê gelên bindest hene fikrê Rêber Apo ji xwe re esas  digrin û li benda agahiyê ji Rêber Apo ne.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Her wiha ji desteya rêveber,desteya eşîayîr a Şengalê, navenda çand û huner a Şengalê, Meclisên Sinûnê û Xanesorê jî seredana kon kirin û peyamên xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dan. Piştî pêyaman ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo de daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo me ev çalakî daye destpêkirin. Ev sê roje çalakiya me bi awayekê bi hêz berdewam kir. Lê em dawî li çalekiyên xwe naynin em ê ji herdemê bêtir çalekiyên xwe yên ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo berdewam bikin.  Em tecrîna li ser Rêberê xwe tu caran napejirînin. Ji ber em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe pênase dikin. Ji bo azadiya Rêberê xwe çi ji me bê xwestin em ê bikin. Divê CPT biçe gel Rêber Apo ev erka wê ye. Nabe ku vê tecrîdê li ser Rêberê me wiha bimeşînin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê tevahî mirovahî rabe ser xwe.”

‘Hêviya me ew e ku em Rêber Apo li Şengalê bibînin’

Endama TAJÊ Nûrê Şengalî ya ku di çalakiyê de amade bû anî ziman ku ewê li dijî tecrîdê çalakiyên xwe xurttir bikin û got: “Vayê dikeve sala xwe ya 26'an ku Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de dîl girti ye. Bi ti awayî em agahî ji Rêberê xwe nagirin. Em vê qebûl nakin. Hêvî û daxwazên me ew ku Rêber Apo were çiyayê Şengalê û em bi hev re azad bijîn.”