Çalakiya kon a jinên Şengalê bi dawî bû

çalakiya kon a ji aliyê TAJÊ ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî despêkirin bi merasîmekê dawî bû.

Şengal - Li Şengalê çalakiya kon a ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî despêkirin bi merasîmekê bi dawî bû. Çalakî di roja dawiyê de ji aliyê sazî û dezgehên Şengalê ve hate derwir girtin û axaftin ji aliyê tevahî sazî û dezgehan ve hate kirin. 
Endama Koordinasyona TAJÊ Rîham Hico di çalakiyê de axivî û got: “Em weke civka Êzidî amadene ji bo Rêber Apo û PKK’ê hertiştî bikin. Ji ber em bi saya ramanên Rêber Apo û bi têkoşîna gerilayan rizgar bûne ji ber wê jî em xwe deyndarê wan dibînin. Weke gelê Şengalê me Rêber Apo û PKK piştî fermanê naskir.
Dema em di komkujiyê re derbas bûn, yên bi hawara me de hatîn û xwedî li me derketin û em ji qirkirnê rizgar kirin gerîla, şagirtên Rêber Apo bûn. Niha jî bi fikrê Rêber Apo me Şengaleke bi hêz xwedî vîn û têkoşer ava kiriye. Em weke jinên Şengalê û civaka Êzidî di ferqa lîstokên dijmin de ne ji bo wê em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrîşên li ser tevgera azadiya gelan li ser tevahî gelê Êzidî û Tevahî mirovahîyê dibînin û emê heya dawiyê weke jin û civaka Êzidî têbikoşîn.”
Li sernavê rêveberiya xweser a Şengalê hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê  Rîham Hesen jî got: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê tecrîda li ser Rêber Apo napejirînin. Weke tevahî gelên azadîxwaz emê ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî hertim dinava tevgerê debin.”
Li ser navê Hêzên parastinê  Yekineyên jinên Şengalê (YJŞ) û Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî jî got: “Li Şengalê gelê Êzidî jiyanek nû avakiriye. Ev hemû bi fikra Rêber Apo û keda PKK’ê ye. Ji ber wê ji bo me cihê serbilindiyê ye ku gelê me çalekiyên wiha bi wate li dardixin.
Dema Rêber Apo tekoşînkir netenê ji bo miletekê, li beramberî tevahî pergala desthilatdar têdikoşe û ji bo wê divê tevahî mirovahî rabe ser xwe û vê tecrîda li ser mimarê jiyana azad û demokratik bişkêne û Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bikin. Yên dibêjin PKK ‘teroriste’ bila xwe nexapîne ger PKK li beramberî teroristên DAIŞ’ê têkoşin nekiriba wê teroriostên DAIŞ’ê welatên wan jî tarumar bikirana.” 
Zarokên Êzdidxanê jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name nivîsandin û li ser navê zarokan Rexda Celal axivî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.
Endama TAJÊ Edûl Şemo jî daxwaza derxsirtina PKK’ê ji lîsteya Terorê kir û got: “Em wek dayikên Êzidî ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji serok Apo re dişînin û berxwedaniya gerîlayan ya li çiyayên azad silav dikin. Sala 2014’an gerîla dayikên Êzidî ji komkujiya bê sînor rizgarkirin. Eger ne ji wê berxwedaniya wan bûya me îro nedikarî li ser axa xwe jiyan bikin.
Serokatî li herçar aliyên Kurdistanê fikrek ji bo mirvahiyê dide meşandin. Tevahiya cîhan dibîne ku PKK ji bo mirovahiyê kar dike li gel wê jî xistine nava rêxistinên ‘terorê’, eve ne raste. Yê ku heta nîha li bindest û mexduran xwedî derketî PKK ye.”
Biştî axaftinan sinevizyon hate temaşekirin û  bi  gerandina govendê çalakiya ku 6 rojan dewam kirî bi dawî bû.