Çalakiya jinên Yemenê li hemberî qeyîrana aboriyê dewam dike
Jinên li paytexta Yemenê Adenê kombûn li hemberî qeyîrana aborî û daketina nirxê pereyê welatê xwe li hemberî yê biyanî duyemîn çalakiya protestoyî li darxistin.
NOOR SUIRB
Yemen- Yemen di qonaxek krîtîk ya xirabbûna aborî û jiyanê re derbaz dibe. Daketina nirxê dirav rewşa giştî ya nearamiya aborî pêk tîne, ev jî bû sedem ku xwepêşandanên berfireh were li darxistin û çalakî ji bo çareseriya rewşa aborî tên li darxistin. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku berdewamiya daketina nirxa diravê herêmê bikeve, ev kirîze birçîbûnê girantir dike û buhayên kelûpelên xwarinê dike bûye dû qat. Ji ber kirîza aborî Kombûna Jinan a Adenê, daxwaza reform û xizmet yek ji mafê xwezayî û rewa ye û yek ji bingehên jiyaneke bi rûmete. Bi rêya xwepêşandana jinan ya duyem, ku roja Sêşemê 5’ê Cotmehê hat li darxistin, xirabbûna aboriyê ku êdî gefan li hemû aliyên jiyanê dixwe şermezar kirin.
“Xwendekar nikarin cilê dibistanê bigirin”
Di derbarê xwepêşandanê de Yusra Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Hilweşîna aborî bandor li her kesî kiriye. Ez wekî mamoste, meaşê min îro dibe sed û pêncî riyalê Siûdî ku tê wateya pêncî dolar û ev hêjmar alîkariya kesî nake ku jiyaneke bi rûmet di her welatî de bijî. Hilweşîna aboriya welat bû sedema belengaziya gelek malbatan. Di nav xwendekarên jin de li dibistanan rewşên birçîbûnê hene. Ew piraniya dema xwe li dibistanê derbas dikin ji ber ku pereyê wa tune tiştekê naxwin. Ew jî ji ber nehevsengiya di budceya malbatan de û mûçeyên ku distînin êdî têra dabînkirina debara malbatê nake. Gelek xwendekar hene ku ji ber bihayên bilind ji cil û bergên dibistanê bêpar mane, ji ber ku malbatên wan nikarin cil û pêwîstiyên zarokên xwe bikirin. Ev gişt jî bandor li pêşkeftina pêvajoya perwerdeyê dike. Ger perwerde li dibistanên fermî ne belaş bûya û ji her kesî re nevekirî ba wê gelek xwendevana dest ji dibistanan berdayan û ne dikarîn bixwinin.”
Yusra Mihemed bang li rayedarên têkildar kir ku ji pisporên aborî alîkariyê bixwazin da ku çareseriyên guncaw bibînin û beriya ku rewş hîn xirabtir bibe hilweşîna aborî sînordar bikin û got: “Pêwîste hemû alî dev ji sûcdarkirina di navbera xwe de berdin, divê ew bi rengek yekgirtî bixebitin, ji ber ku Aden û mirovên wê van hemûyan heq nakin. Yemenî di dabînkirina pêdiviyên xwe yên xwarin, derman û yên din de bi tengasiyên mezin re rû bi rû ne. Li gel ku diravê herêmî bi hilweşandina asta rekorê re rû bi rû dimîne, ji ber guheztina tawanbariyan di navbera hukûmeta Yemenî û Encumena Demkî ya Başûr de, bi rastî li ser bajarê Aden, paytexta demkî ya hukûmeta navneteweyî ya naskirî kontrol dike.”
“Qeyrana aboriyê şertên jiyanê zor kiriye”
Mamosteya zanîngehê Yasmine Baghraib jî got: “Em di şert û mercên trajîk de dijîn. Ev hemû bûne sedema alozbûna şert û mercên jiyanê yên dijwar, bêkariya zêde û perçebûna civakî, li gel belavbûna sûc û gendeliyên di hemû beşan de, xerabûna perwerdehiyê, hilweşîna pergala tenduristiyê li ber belavbûna serpêhatî û nexweşiyên cihêreng û nekarîna hemwelatiyê ji bo dîtina çareseriyan ji hemû êş û azarên ku tê re derbas dibe.”
Daxwazên xwepêşandanan
Di daxuyaniya dawîn ya xwepêşandana duyemîn de çend daxwazên têkildarî mafê jiyanek hêja û di çarçoveya berjewendiya giştî ya hemû gelên bajêr de vedihewand. Di xwepêşandana yekemîn û duyemîn de ji bo piştgirîkirina daxwazên jinan li ser malperên cihêreng û malperên civakî piştgiriya gel hat girtin. Kombûna Jinan a Adenê, di xwepêşandana xwe ya duyemîn de bang li rayedarên berpirsiyar kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin û bi lez çareseriyên pêwîst ên ku êşa vî gelî û rewşa jiyana wan a dijwar sivik dike, bigirin.
Di daxuyaniyê de hemû awayên gendeliyê yên ku bûn sedema bihayên xedar şermezar kirin û bang li hukûmetê hate kirin ku bilez çareseriyekê bibîne ji bo sererastkirina elektrîk, av, tenduristî, perwerdehî û hwd. Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandana hevdem bi serdana nûnera nû ya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê, Hans Grundberg ku ji bo çend civînên siyasî li wî bajarî pêk were. Birayare ku kombûna jinan li Aden di demek pêş de roja xwepêşandana sêyemîn eşkere bikin ji bo berdewamiya xwepêşandanên aştiyane.
Krîza têkçûna diravan yek ji encamên herî berbiçav yên krîza aborî ye li Yemenê qewimiye ku encama şerê ji sala 2015’an vir ve dewam dike.