Çalakiya jinên Qamişloyê ya li hemberî tecrîdê dawîbû

Konê çalakiyê bi dirûşmeya “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” bi armanca hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were û tecrîda li ser tê meşandin bi dawî bibe di 24’ê Adarê de hatibû despêkirin, îro bi serdana meclîsên bajarê yên Dêrik û Girkêlegê dawî bû.

Qamişlo –  Di 14’Adara 2021’ê de der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser marpelên medya idîayên der barê tenduristya wî de hatibûn belavkirin. Li dijî van îdiayan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were di nav çalakiyan de bûn.  Di 25’ê Adarê de, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di riya telefonê re bi hevdîtineke pir kurt pêre axivî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşankiribû ku tiştên diqewimin ne mirovî û hiqûqîne.
“Li hemberî tecrîdê emê li qadan bin”
Di 24’ê Adarê de bi pêşengtiya Kongreya Star û bi dirûşmeya “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” bi armanca rakirina tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li parka Arî ya Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê çalakiyê hatibû vedan. Piştî 5 rojan ji çalakiyên cur be cur îro konê çalakiyê bi dawî bû. Di roja dawiyê de Endamên Meclisa navçeya Girkêlegê û bajarê Dêrikê serdana kon kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Kongreya Star a navçeya Girkêlegê Esma Mûrad çalakvanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine çalakiyê de silav kir û wiha got: “Em vê siyaseta qirker qebûlnakin û bi tundî şermezar dikin. Em ê li qadan bin heya tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe.” 
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”bi dawî bû.