Çalakiya jinên ciwanên Kobanê di roja duyemîn de ye
Jinên ciwanên Kobanê yên ku di konê çalakiyê de cihê xwe girtine destnîşan kirin ku ewê çalakiyên xwe dewam bikin da ku bighêjin armanca xwe.
Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Dema dema azadiyê" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, de kon vedane û du rojin çalakiya xwe dewam dikin. Di roja dûyemîn de şêniyên navçeya Qinê û Sirînê çalakî dewir girtin.
Jina ciwan Cuneyna Mihemed Elî ya di çalakiyê de cîh girt got: "Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Dewelta Tirk rê li ber hevdîtinên bi malbat û perêzeran re girtiye. Ji lewra em weke jin bi taybet wê çalakî û têkoşîna me dewam bike heta ku em azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî mîsoger bikin."
Çalakiya tê payîn sê rojan dewam bike sibê roja dawî ye.