Çalakiya jinên Şengalê di roja 4’an de dewam dike

Bi pêşengiya TAJÊ jinên Şengalê li hemberî tecrîda girangkirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di 28’ê Mijdarê de dest bi çalakiya kon vedanê kirin û di roja 4’an de çalakiya wan dewam dike.

Bi pêşengiya TAJÊ jinên Şengalê li hemberî tecrîda girangkirî ya li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di 28’ê Mijdarê de dest bi çalakiya kon vedanê kirin û di roja 4’an de çalakiya wan dewam dike. 
Şengal - Çalakiya jinên Şengalê ku bi pêşenktiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxweza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ 28’ê Mijdarê dayî despêkirin di roja sêyem de dewam dike. Bi dehan jinên Êzidî,  jinên ciwan û  endamên sazî rêxistinê civaka Êzidî ê  ji Komalgeha Borik û Duhla  seredana kon kirin. Bi kon ve wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku dirûşmeya, “Emê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzim Hilweşînin Bi Rêber Apo re Azad Bijîn” hene. 
Ji jinên cihê xwe di çalakiya kon de girtîn Rîhan Xizir diyar kir ku ewê li ber sir û seqemê çalakiya xwe dewam bikin heya digihin armancê û wiha domand: “Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Divê em biçuk mezin jin û zarok hemû li hemberî tecrîdê rabin û li Serokê xwe xwedî derkevin. Em êdî nikarin bêdeng bibin, ji ber wê jî divê her kes ya dikeve ser milê xwe bi cîh bîne. Em hem azadiya Serokê xwe dixwazin hem jî daxwaz dikin ku PKK ji lîsta ‘terorê’ bê derxistin. Ji ber ên di dema fermanê de hatin li me xwedî derketin PKK bû û ji wê demê heya niha kedek mezin di ber me de dane. Divê em jî vê keda wan bibînin û li gorî  wê tevlî çalakiyan bibin.”
Ji jinên Ereb ên li gundewarên Şengalê dijî Zînê Mihemed jî got: “Em îro ji bo du sedeman di vê çalakiyê de cihê xwe digirin. Ya yekê rakirina tecrîda ser Rêber Apo ye, ya duyê jî derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ ye. Weke jinên ereb ên li Şengalê dijîn em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.”