Çalakiya gireva birçûbûnê ya Mexmûrê bi koma 5'an didome

Çalakiya gireva birçûbûnê ya şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin 9 roj e berdewan dike.

Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Kanuna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de ev çalakî vegerandin çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger û wê heta 8’ê Adara 2023’an dom bike. Çalakiya gireva birçîbûnê di roja 9’emîn de bi komek nû berdewam dike.

Çalakiya gireva birçîbûnê îro ji aliyê koma pêncem ve hate dewirgirtin, beriya ku dewirgirtina çalakiyê destpê bike, ji bo giyanê tevayî Şehîdên Kurdistanê ve deqeyek rêz hate girtin, piştre li ser navê koma çarem Nûredin Kaya axivî û got: “Di destpêkê de em sersaxiyê ji mabatên qûrbaniyên erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Armanca me ya çalakiya gireva birçîbûnê ew e ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me rabikin û Rêberê xwe bi awayek fizîka azad bikin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe û em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad nekin em ê çalakiya xwe dom bikin.”

‘Divê hemû gelê Kurd bi hev re li dijî tecrîdê rabe’

Şîrîn Kara ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê bûye wiha got: “Em destpêkê vê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Armanca me ew e ku ev tecrîda girankirî were rakirin û Rêberê me bi awayek fizîkî azad bibe. Banga me ji bo hemû gelê Kurd ew e ku li beramberî vê tecrîdê rabin ser lingan û em hemû bi hev re çalakiyên xwe hîn xûrtir bikin. Heta em Rêberê xwe bi awayek fizîkî azad nekin wê çalakiyên me berdewam bike.”