Çalakiya gireva birçîbûnê ya li Silêmanî di roja 2’yemîn de didome

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

Silêmanî – Çalakiya gireva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Komîteya “Azadî ji Abdullah Ocalan re” li dijî Komploya Navnetewî bi hevkariya Tevgera Azadî û tevlibûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz dest pê kiribû di roja dûyemîn de didome.

 ‘Ev tecrîd li ser tevayî mirovatiyê ye’

Endama Dayikên Laçik Sipî Fatma Hemîd ku beşdarî çalakiya gireva birçîbûnê ya dû rojan bûye wiha got: “Ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, li ser tevayî mirovatiyê ye û li dijî gel û bi taybet li dijî jinan e. Ji ber di dîrokê de Rêber Ocalan yekem bû ku hewil da pirsgirêka jinê çareser bike, hemû Kurd hişyar kir û rastiya Kurdan bi hemû cîhanê da nasandin. Ji ber wê weke ruh ji bo gelê Kurd pêwîst e.”

Fatma Hamid wiha dom kir: “Ez weke dayikek laçik sipî azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazim û ez vê kamployê şermezar dikim. Em êdî qebûl nakin ku ev neheqiya li beramberî Rêber Ocaln bê kirin. Rêber ruh daye gelê Kurd û gotiye em Kurd in. Em dixwazin êdî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û me welatek azad hebe.”