Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 10’an de ye
Çalakiya Emîne Şenyaşar a “Edelatê” ku li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 10'emîn de berdewam dike.
Riha - Li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê Emîne Şenyaşar Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Her wiha Fadil, Ferît û Mehmet ê ku ji heman malbatê bûn jî birîndar kiribûn. Ji birîndaran Fadil hîn dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin hatibû binçavkirin û girtin. Fadil ji roja hatiye girtin di hucreya yek kesî de tê girtin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît li dijî vê bêedaletiyê 10 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeta "Edaletê" de ne.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got, "Xwestin bi malbatê me li nexweşxaneya Pirsûsê qir bikin û çend kes ji me kuştin. Îbrahîm Halîl Yildiz vê carê jî dixwaze qetliamek bi rêya darazê bike. Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernadin."