Çalakiya Emîne Şenyaşar a “edaletê” di roja 83’an de dewam dike

Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re 83 rojin ji bo “edaletê” di nobetê de ne.

Riha – Emîne Şenyaşar a di êrîşên sala 2018’an de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin bi lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên darizandin dest bi çalakiya nobeta "edaletê" kirin. Çalakiya nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 83’emîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan a pêvajoya pandemiyê, nobet xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê girtin.
Malbata Şenyaşar, di roja çalakiya xwe ya 83’yemîn de, li ser hesabên xwe yên medya înternetê, ev parvekirin kir: “Em ji dozgerê li dozê mêze dikin re dibêjin, ‘Me 23 kesên li nexweşxanê tevkujî kirin, tespît kiriye.’ Gelo dewleta hiqûqê li benda çiye ku ya pêwîst bike. Em amadene ku van îdîayên xwe bi belgeyên fermî jî, danin holê. Bila tu şik û gumana we nebe, em ê her roj hesab bipirsin.”