Çalakiya “Edaletê” di roja 34’an dene
Çalakiya Emine Şenyaşar û kurê wê ya bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê di roja 34’an de dewam dike.
Navenda Nûçeyan - Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin, ket roja 34’an.
Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya koronayê nekarî tevlî çalakiyê bibe, kurê wê Ferit Şenyaşar tenê çalakiyê dewam dike.